
Xewna buha
P : /-// /-// /-/
-dê werin em tevde rûnên ax bira
Tev gunehkar in li ber hev wek gura
-Dê vekin carek tenê bo hev dila
Ser riya ronî û rast bimrin bera
-Hezbikin hevdû himêzkin kîn çima ?
Soz bidin em dest bi dest bo hev pira
-Vê kulê derxin ji dil xewna buha
Pakrewan xwîna xwe da vêxist çira
-Pir serê hevdû şikandin lê çima ?
Hev bi erzanî firotin bo pera
-Ey reqîb bêjin hemû kurd namirin
Keskesorê geş bibînin ser sera
-Yên li kurdistan diçînin sorgula
Ew xwedî lê derkevin dilsoz birra
-Bê welat bindest tu yî lawê çiya
Hêviya min her bimînin kurd bira
Ridwan Yûsif
Hesekê 17/12/2021
