Hişmendî rêbaze:Helbestvan: Bêçarê kurt kobanî

Hişmendî rêbaze?

Kurdo hişan têxe serî
Berû ku bê girtin derî
Paşê çikî bi xwezî ya
Bê watene ah û girî?!

Dijmin dor te pêç kirî ye
Roja te tev kir tarî ye
Pêşe roja me herî ye
Wer haho ke piştî mirî!

Arî di argûn da temrê
Çira sitem wê zû vemrê
Gava ku’j me xiniz bimrê
Da em neçin bi yek serî!

Da em neçin sed salî din
Wêran emin tev ser û bin
Şahî nedin tolê dijmin
Hûn guh nedin cêb û berî!

Neyar devê te şîrin kir
Çend dolaran xwe li te kir
Welatê te tev wêran kir
Bê namûso tu çi kerî?!

Ço û hûş tu ne bî kuro
Li civata ne bî tiro
Ser bilind be wekî hiro
Ezê çibkim hestên pirpirî?!

Hişmendî rêbaze her dem
Azadî daxwaze bê xem
Xwîn meşî ya va wekî çem
Gul vejîn ke ji nav herî!

02/01/2022_Serzorî

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ