KA şivan:Helbestvan:Ridwan Yûsif

KA ŞIVAN ?

P : /-// /-// /-/

-Berdilê hevdû didin ah û keser
Dilşikestî tev diêşin ax qeder

-Dîl Serêkanî û Efrîn nalenal
Ew gurên birçî û har danîne ser

-Kaniyên tî avdidin zeytûn ji dil
Dilbirîn in her li ser wan maye şer

-Bêguneh serjêkirî zeytûn û dar
Sor timî xaka bi xwîn pîroz e her

-Ka şivanên sermezin zirtên qelew ?
Yan tenê lotkan didin tev bêceger

-Bêbilûr dajon gerî sozên derew
Her civîn perçak ji dil kengî veger ?

-Çend buhara reş girêdin hîn emê
Perperîka em disojin ser û ber

-Şev dirêjkir roj dereng ma çav li rê
Her dilopek xwîn rijî mûm û fener

Ridwan Yûsif
Hesekê 20/12/2021

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ