ŞAHA GULAN:Helbestvan: Ejder Îso

ŞAHA GULAN
Şaha gulan gula evîn
Dil birîndare ti jêr jîn
Wer rewşa dilê min bibîn
De were hizran bi kewîn
Ji hestan re birîn darim
Ka were nestên min bixwîn
De xweşiya jînê bide
Wê bite çi xweş be evîn
Can û ceger tev ji tere
Bide welam bi perwerîn
Derdor tev li min bûn neyar
Ka hingiva min ya şêrîn
Neyar û dijmin birane
Ji me birin xweşiya jîn
Çi fermane çi halana
Dîrok reşî demê dixwîn.
Ejder Îso

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ