
TÎNA EVÎNÊ
Naxwazim wek te
Bê dil bi mînim
Bê eşq bi mînim
Nazdarê yarê
Vejînim hesta
Derkim helbesta
Min ev di xwesta
Piçûkê yarê
Çavan ronî kim
Dilan hêvî kim
Vînê tejî kim
Ji bû te yarê
Mixabin kanî
Asteng te danî
Bûrî ciwanî
Benda te yarê
Min bese jînê
Ji vê evînê
Naşkînê tînê
Eşqa te yarê
