Xewna veçirî:Helbestvan:Ridwan Yûsif

Xewna veçirî

Dawiya şevê…
Xewna veçirî dirêse
Ser çoga bawî…
Teşiya kor her zîz dike
Odeya bêdeng…
Bi tariyê dinixumîne
Çira vemirî…
Kûr Keseran vedide
Mûmên şewitî…
Li quncikan jibîrdike
Vîzevîza ba…
Çîrokên tirsê vedgerîne
Sivistana sar…
Gurên manco dicivîne
Destê gizgizî…
Tiliyên tevizî diqirçîne
Şev lêdigere…
Rengan tevlîhev dike
Çavê beloq…
Serê pozê xwe winda dike
Bi çarlepka…
Tewşo mewşo dest dipelîne
Dîsa…
Ser çoga bawî…
Teşiya kor her zîz dike
Qeto qeto…
Benê reş dirêj dike
Giloka xewnê…
Bi girêkan mezin dike
Pêjna berbangê…
Hêdî hêdî nêzîk dibe
Bihna roniyê…
Hinasên tariyê difetisîne
Di odeyê de…
Rok digirnije
Bayê biharê hêviyê şiyar dike
Jiyan dibişkive
Çi xirecir e ?
Geh tîqetîq e
Geh qîreqîr e
Reprep û gurmîn e
Dîsa…
Ser çoga bawî
Teşiya kor her zîz dike
Û…
Dawiya şevê…
Xwena veçirî dirêse

Ridwan Yûsif
Hesekê 7/1/2022

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ