Zarê zara:Helbestvan: Bavê Metîn

Ez queban
Li Rohilatî Kurdistan, jina Kurd ya çeleng û berxwedêr, ku sîstema devbixwîn, li Îranê, ew bi tewana wanedana zar ê Kurdî, siza 5 pênc salalan xistine zindanê de.
Îdî ji bo ev berxwedan û çelengî, wek volkanekê bi saw, li ber çavên neran, û di sîber û xeyala wan de, sermedî bimîne, min ev helbest li ser lehengî û berxwedana, jina Kurd, Zara Miḧmedî, rist û nivîsan.
Herbijî Zara, herbijî jina Kurd li her deverên li cîhanê.

Zarê zara

Sawê meke ji zagonê neyara
Li te bibin, hey ziyayê beyara
Li zarê te keftarê devbixwînin
Bi saẍî duxun, ew goştê zanyara

Rêbir hatin, ji axur û zêmara
Xwe bi çanda me kirina ji wara
Tev dixwazin ew li warê me rûnin
Ji ser Çiya nahejînin zinara

Bi kovanî tu nebe ji bêzara
Ji zarê me tu bû bêjek ji zara
Neyar bi sinciyê xwe pir dijûnin
Sawa zarê xwe xistî dil ḧezra

Ji bo me bû wek xunava buhara
Bû ximava pênûsa nivîsara
Çiqas pîlana li me ew bihûnin
Dê hebin, ta hebin yên wek te Zara

5/1/2022
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ