Ev çi evîne min dibe û tîne:Helbestvan: Diya Raman

‏Ev çi evîne min dibe
‏û tîne
‏Min di êşîne û min di
‏girîne
‏Rojekê min li buhiştê
‏datîne
‏Deh rojan min bi agir
‏di sotîne

‏Jibo te min gelek dostê
‏xwe berda
‏Te dil kirye hêlîna kul û
‏derda
‏Sitê bûm va mi navjî da
‏Biserda
‏Şewqa min çû ji ezman
‏bûme wenda

‏Bese îdî va kêr gihiştî
‏hestî
‏Navbênçiya di navbêna
‏me westî
‏Te pêk nanî çi tiştê min
‏dixwestî
‏Gelek sar bûme mame
‏Dil şikestî

‏Nema îdî dikarim.ber
‏dewamkim
‏Vê evîna kul û derda
‏Temamkim
‏Ezê eşqê ji dil îdî zuha
‏Kim
‏Û vî konê ji warê eşqê
‏barkim

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ