Barana Dotşê: Helbestvan: Farhad drê’î

Barana Dotşê
———–
Ava reş bi çavên minde were
Em li ku bûn û em li ku man
Û ev roj û şevên dirêêêj .. dirêj
Çi dikin û çi na kin
Dema êş û rastî peymana didin hev
Û xwe li ser serê min evdalî dıkin yek
Û mina bapifînên kûrên hesinkaran
Evîna min sor dikin
Gûr dikin
Û dilê lerizî ji hinavên westyayî di qetînin
Û ber bi qada çrûsa stêrek di jorahiyê de davêjin
Ava reş bı çavê minde were
Azerîna cerg û dûmana sûtandinê
Gavên min kor kirin , ajotin rêça mirinek sar û bê deng
Û roj bi roj xwe nû dike
Ezê çi navî li sibeha kim
Dma ro di hilê û tu eşkere dike dı çavan
de
Û ezê çi navî li êvara kim
Dema qêrÎna dil jiber neqrîskên hezkirina te
Lingê kursiya xwedan dihejîne
Ezê çi navî li te bikim
Ku wiqas şêrînbûna te bê hempe ye
Û dibe demûşa jiyana min
Wiqas tu dûre ..
Wiqas tu nêzîke ..
Ava reş bi çavên minde were
Barana dotşê
Birînan di axivîne
Û kêlîkên bê sîwan
Tîne ber çavê min
* Ferhad drê’î *

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ