
QÊRÎNA AXÊ
Qêrîna axê
Xweş tê guhê min
Reş xwe di raxê
Li welatê min
Ax welatê min
Ax miletê min
Wax penaberî
Tim para minî
Êş û hejarî
Wax mala minî
Ax welatê min
Ax miletê min
Ax niştîmane
Doz ne erzane
Dijmin pir hove
Rev ne dermane
Ax welatê min
Ax miletê min
