HAWAR:Helbestvan: Ibrahîm Cangîr

HAWAR
ji dûrbûna te yarê
Çira ya dil vimirî
Xweşya jînê bi carek
Li min bû êş û girî
*****
Piştî dil kete davê
Nêçîr maye birîdar
Ez dikim lave lavê
dil sist nebû hey hawar
*****
Min qet nizanî evîn
Bi vî rengî wehaye
Tim êş û nal û girîn
Ber dil wek av û baye
*****
Çare çîye ka bêjin
Ey gelê evîndara
Tim rondika dirêjim
Çare hawar hawara
*****

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ