li mixela hîştim:Helbestvan: Bêçarê kurt kobanî

Li mixela hîştim?

Ka xudî yê min bidne min
Ew ne teror bû?de kanî!!
Ew ferîşt û balinde bû
Ma çima lo ev wêranî?!

We ez hîştim li mixela
Pergala we bibî bela
Xweda çiqa tu baldarî
Ji bîr nakî tew na wela?!

Vê tola min tu hilînî
Text û tace hilweşînî
Pê lîstê min zû vegere
Bê ar da hiset bibînî?!

Ez lîstokek bê giyanim
Afrêner ek ji însanim
Şahî ya dilê zarokan
Lê ne bê ol û îmanim!

Ev xwîna ku pê bûm nîşan
Ya zaroke bi dest însan
Mal wêrano te çi’j me ye
Qe natirsî tu ji xwedan?!

Ewe ku ev kurda afirand
Tu oldarî ji kafiran
Kes kiryara wek te nakê
Ma çima te xwe hilfirand!

Cîhan kerr û korî çima
Mi nabînî bûm kukuma
Ji dest bê bav û zalima
Ka meyrê te ew li ku ma?!

16/01/2022_Kobanî

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ