pênûsa sor:Helbestvan: Alan Ebdela

PÊNÛSA SOR
Navê min Pênûsa Sore
Dipirsin ka çima sor
Gelo tu rengê dî hene
Jibilî rengê xwîna sor
Dîroka min zor û şûre
Bigre ji çarşema sor
Dilê min gula sipî bû
Kuştin bi fîşeka sor
Ger min di pêçeka xwe de Mijandiye şîrê sor
Li me kurda qedexebû
Ala keskû zerû sor
Ma Helebça ne sipî bû Kuştin bi dermanê sor
Ma Amûdê ne perî bû
Sotin bi agirê sor
Rabin rewşenbîr û zana
Tev bibin pênnûsa sor
Daxwaz bike maf û jiyan
Bêje giran peyvê sor
Kurdistana min xezale
Bûye gepa gurê sor Îro xaka me tev xwîne Welatê min bûye sor
Pakrawan darên welat
Avdane bi xwîna sor
Dijmin kire çolistan Hemî bûye axa sor
Derbû kanî ji çavan
Diherikin hêsrê sor
Hîn dibêjn çima sore
Gelo ka stêra sor
Navê min jî wê li min be Vaye ez Pênûsa Sor
Bîranîn û pêşeroje Vaye ez agirê sor
Êdî bes werin bi vir de
Rûmeta me xêza sor

NIVÎSKAR :ALAN EBDELA
(PÊNÛSA SOR)

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ