
Xavik dizane
Tu buhayî ne erzanî
Vaye ev xavik dizanî
Hin mij û maç û gezanî
Wer bide tu vî ẍizanî
Bilind serê endeşahê
Rû gehiyê şox û şahê
Ji gula re ber gulahê
Ka bide jê hin mizanî
Firek qeḧwê ji wî devî
Bi de min ka biwerivî
Keleh berê memik kevî
Şimamokê li werzanî
Awaza dengê te xweşe
Ser digêlan şana reşe
Çiqas rûkê te pê geşe
Lê bû kola wî nezanî
Bîna çengê te beybûne
Tonê çavê te zêrtûne
Buhara min tu hebûne
Were dakev ji zozanî
Wer bibe xanima xanî
Bi pêҫim te bi giyanî
Hew bide min yar ciwanî
Lawekî tu ji kûzanî
2013
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
