
Karwan va çû?
Karwan da rê gur dizûrin
Rêk dirêjin gelek dûrin
Serwan bê hiş bê ser û ber
Ser kêş diçin hûrik hûrin!
Karwan da rê bûn qetere
Tirsim çilek bik nezere
Meya b’can û bên ket bere
Rêk bi şijik kevrê hûrin!
Karwan da rê bazirgan tên
Her yek li gora xwe divên
Lê serwanî tenge ji bên
Banga me ji yên istûrin?!
Karwan va çû her li pêşin
Man li dorê weku l’êşin
Armanc ewe venakêşin
Da ku bighên yar bi nûrin?!
17/01/2022_Serzorî
