Elahû Ekber Yarê:Helbestvan:Ibrahîm çangîr

ELAHÛ EKBER YARÊ
Elêfek du lam û hê
Elêf kaf û bê û rê
Dibêjim ji bû yarê
Elahû ekber yarê
*****
Elahû ekber yarê
pesin nayin jimarê
Lêv sorgula çinarê
Şefeq ji rû dibarê
Elahû ekber yarê
*****
Dev û lêv û bisk û rû
Bejna darê çavê kew
Subhan xweda çi bedew
Baxek jbaxên buharê
Elahû ekber yarê
*****
Ken ji tîrêjên tavê
Şêrînê mezin çavê
Dil bê hiş kete davê
carek were hewarê
Elahû ekber yarê
*****
Silav rîhan û gule
Deng awaza bilbile
Wek şemal û find hile
Şewqê tu bi de tarê
Elahû ekber yarê
*****

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ