
Ez Şehîd im
P : /-// /-//
-Ez şehîd im pakrewan im
Dil ji pola qehreman im
-Berxwedana bêhedan im
Gaziya rojê giran im
-Hûr xunavek sor dibarim
Nûbuharek canbican im
-Al û newroz û sirûd im
Namirim jîn û jiyan im
-Rabe dayê dê bilîlîn
Rok û dastana zeman im
-Min himêzbik û bilorîn
Vaye îro pakrewan im
-Hêsirên şînê bimalîn
Pêşerojek pir ciwan im
-Bêje berxê min mezin bû
Mane yadê ez beran im
-Ax kezeb û dil te sotin
Bê te ezjî bê giyan im
Ridwan Yûsif
Hesekê 29/1/2022
