
Ez û te
Pişta min û te li hev bû
Derdor tarî û şev bû
Min digot û te digot
Te digot û min digot
Min ji te re digot
Peya be ji siwariya dengan
Ev ne ew hespê çê ye
Te bi alî bexçeyê mêweyan bibe
Ev rê jî ne riya te ye
Û tu ne birçiyê kurtêla yî
Te digot
Bila be
Nêçîrvan bi derfetê nêçîra xwe dizan e
Bila bimeş e
Birev e
Biwest e
Hey nikar e min bibe davên xwe
Hevsarê rêbertiya wê
Min bi xwe sist kiriye
Û yê li piştê ez im
Ez baş dibînim
Min digot
Na na
Bi hiş xwe wer
Hişê ku te li meyxanan wendakiriye
Ew meya ku ji hêsirê rastiyê
Derya dagirt
Bi tasikên qapanê
Tas bi tas
Xwîn û hêsir tev xistin qedehekê
Û zarokê di nav pêçekan de jî
Jê vexwarin û li ser xwedî bûn
Te jî temaşe dikir
Ma tu çiqas bê xîret î
Te destûra pîsîtiyê
Li ser hîzarê paqij da
Ma tu bûyî stêr û xwedawed
Ku hilma wî ji bo koleyên wî
Fireh û bi aram e
Ez nema ji te bawer im
Vaye ez diçim
Gel hevalên xwe
Gel xizanên xwe
Gel kedyarên xwe
Bila ez siwarê dewarekî
Bê sim bim
Û ne yê hespekî bi bask bim
Ku ew baskên wî ji xwîna min çêbûne
Ez nabêjim bi xatirê te
Ev der cihê min e
Oxirbe ji te re
Tu biçî
Bila peşkên gunehê te
Negihên rûmeta min î sipî
Û destên min ji silava te paqij bibe
Ji bo gava ez pêşwaziya rojê bikim
Ji ber destên xwe ne fedîkar bim
Bila pirtûk bên xwendin
Bila canê min jî
Bi qurbana rastiyê be
Û bila ez nemînim jî
Lê wê her hebin
Ên ku mûmekê ji bo min
Gur bikin
ALAN EBDELA ( PÊNÛSA SOR )
