Kuştim ewê:Helbestvan:H.bavê Hozan

Kuştim ewê
Hêdî hêdî yan jî bilez
Heme tu bê ba min helez
Jibo te dikşînim keser
Ezê bêm te bi maçû gez

Lêvê te sorin qurmizin
Hinar spîne lê mizin
Ezê ji paxilê dizim
Çima dest min di lerizin

Heqa tu şeng û bedewî
Ronîya rojê bi xweyî
çi bêjim tu bê lomeyî
tenê li min bûyî xweyî

Deka emê cama levxin
Bihevre mest û serxweş bin
Wa perîya birih kevan
Tucarî ji hev na westin

Heger Cîhan li me rabê
Jiyana me bê hev nabê
Ji ber go em bi yek canin
Go bêjim kes bahwer nakê

Evîn li min bû ye gelek
Kuştim ewan çavên belek
Ketim tora işqa tede
Bila herê wêde felek

H.Bavê Hozan

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ