EM JININ JININ:HELBESTVAN:H.BAVÊ HOZAN

Em jinin jinin
Em jinin jinin av û agirin
Dîroka bê bext em tevde birin
Ne carek sed car go em dimirin
Ew rojê tarî ber ne vegerin

Em jinin jinin cewher û durin
Em dara şeytên didin na girin
Em navin bindestî divin bifirin
Çi jin û çi mêr li hev bigerin

Em jinin jinin bi gilî û gazinin
Çend sal û zeman em lal û kerin
Em baxê gula tev bûş û zêrîn
Xweş behwer bi ken emjî hemberin

Em jinin jinin bi derd û kederin
Çi riya durist qet em na qerin
Va emê rabin zû unjî werin
Da em bikin xebat li me binerin

H.Bavê Hozan

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ