XWELÎ RENGO:HELBESTVAN: BAVÊ METÎN

Xwelî rengo
Xwelî rengo bi wê sawê zûriya
Ji pir hêzê tu li kerî qûriya.?
Yan di nava te de ew kîn keliya?
Yan tu qîlê xwe diso bi hestiya ?
Tu li pey nêçêrê lo bên çikiya
Li ber sîka zinaran vezeliya
Tu dizûre gur, li ber pala çiya ?
Yan distirê bandikî berx û miya ?
Çend beran te ew kirin ji jinbiya?
Qîl û pencên te di laş de çikiya
Ne ji nêza duxwe keda gundiya
Setemkaro li kujeryê baniya
Ne yê bije li ser ça û keviya
Tu yê talda niḧîtê dev deviya
Tu ji ber şêrê lehengî reviya
Wekî rovî ji ber te dibeziya
Qey ji kuştinê tu lo ne westiya.?
Xwînxurî ew di mejî de meyiya
Heta kengî tê bije nav koviya..?
Ma çi çaẍ qey tê bibe ji kediya..?
2–2–2014
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ