BAYEK BÛ:(((HELBESTVAN EBDILWEHAD EZÎZ )))

☆☆☆ Bayek bû ☆☆☆

Bayek bû ,
Bayê sibeheke xweş bû ,
Li serê min xist ,
Û hişê mabû jî ,
Bi xwe re bir .
Di totikê min de ,
Mala min bû ,
Şikarta min bû ,
Xewneke bê dawî bû ,
Lêêê …
Hat herifandin ,
Û li ber aveke şelû çû .
Eve ..
Çi caran ,
Avahiyên bê ser û ber ,
Di nava dilê xwe de ,
Ava nekin .

___/ Ebdilwehab EZÎZ \___

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ