
Cejna evînê
P : /-// /-//
-Girnijîn lêvên gula sor
Bişkivî dara evînê
-Bilbilên dildar xwe dan dor
Ta Memo şa bû bi Zînê
-Ev dilên mest û evîndar
Bûn sirûda canvejînê
-Hezkirin hestek tenik, naz
Xweş buhara ser zemînê
-Va gula eşqa me vebû
Sorgulek geş û bibînê
-Kaniya hestên me der bû
Gizgizîn lêvên birînê
-Nav pelên cûrî dixwînin
Nameyên dil û nerînê
-Dê li baxê dil biçînin
Sorgulên dilsoz û jînê
Ridwan Yûsif
Hesekê 14/2/2022
