
Dayê
Divim dayê li ba te bim
Timî li derdora te bim
Serî li ser çoka te bim
Gul bim li ber bihna te bim
Dayê ti wî delala min
Buhar û him evîna min
Şev û roja li bîra min
Di rojek reş Ronaka min
Hembêz dikê dilorînê
Duha ji bo min di xwînê
Ewe sitrana evînê
Dermanê derd û birînê
Dilê min her li ba te ye
Hemî gava ji bo te ye
Bê te jiyan bê wate ye
Rewanê min taca te ye
Nabê qet ta ji bîr bi kim
Ezê xwe bo te pîr bi kim
Xwe dûrî cîhanê bi kim
Nêzîkî warê te bi kim
H.Bavê Hozan
