
HEV♥️DILÎ
Ji te hez dikim, ez
Bi te re jîn e, bax û rez
Bi evîna te re; Ez
Bûm ber te ve bez
💛
Gava min te dî
Dilê min bû kedî
Bi çavên teyî nebezî
Dil ji te re bû xwezî
❤️
Canika Kurd ya Êzdî
Xwemilî bi cilê Kurdî
Ewe resena pê xwedî
Nîşana rûmeta Medî
💚
Keça Kurd bi baweriya Êzîdî
Pir zelal e ew, delala Kurdî
Nûnera şaristan e, li dîrokê xwedî
Ew pîrozwer e Xwedawenda Medî
Salanê🔥Zerdeşt
