LI ASOYÊN DIL:(((HELBESTVAN:HOZAN GIRKUNDÊ)))

li asoyên dil
şemal di kenin
gatên
evîniyê wajo
dibin
demsalên
dîdariyê …. ¥¥¥

gul bişkivîn
li çola
bê dengiyê
hêvî
di govenda
şevê de sema
dikin
nîgaşên
şengewîn …. .¥¥¥

li ser
girgemêja
bendemanê
maçên agirînî
di meyîne
peyalên meyê ….. ¥¥¥

bihna sibeheke
bûharî
ji nêv porê
xuristê
di fûre
hizrê sermest …. .¥¥¥

pirs
li ser zimanê
perîyan
di lerizin
xedengên
awiran ……. ¥¥¥

nîgarvan li ser
ruyê kevalê
êşa salan nîgar
dike
reng di nêv
rengîn de
wenda dibin …… ¥¥¥

( Hozan girkundê )

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ