PÎRBÛN:(((HELBESTVAN:RIDWAN YÛSIF)))

Pîrbûn

p : /-// /-// /-/

-Qirçeqirça movikên pişta qilûz
Qirşik in barê te kalo maye xûz

-Yan tenê pîrbûn li mil barek giran
Ka dema xortaniyê xurt û tekûz

-Ev temen pel zer weşîn berba diçûn
Payizek tazî zuha dûman û toz

-Helkehelka va hinasan tên bi zor
Xîzexîzek tê ji sîngê, dev û poz

-Awirên qels çav buharek çilmisî
Por sipî simbêl û rî, rû maye boz

-Dûr û nêzîk baş dibînim ez bi dil
Her bimînim wek çiya hêvî û doz

-Şal û şapik, rext û fîşek û tiving
Sengerên şer tim xwedîyê peyv û soz

-Naçimînim ez serî ta bê mirin
Mane kurdim ser bilindim şêr û baz

Ridwan Yûsif
Hesekê 15/2/2022

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ