
Bajarê kovan
Min helbesta xwe
Li ser
Destek nanê zuha
Di destê mendalekî
Pî pûçî de
Nivîsand
Li ser bajarekî kovan
Bajarekî
Çemekî zuha werivî
Têde buhirî bû
Çemekî
Ji bilî solên noqbûyan
Û hinek hestiyên kuştiyan
Û gemar û sergoyê
Têran pê ve
Têde tunebû
Bajarekî
Cade û kolanin
Dîwar kerimî
Û sînorin
Bêhna potînê leşkeran
Jê dihat
Çirayin
Çav li xew
Mîna steyrikê dûûûr û ji bîr kirî
Di ezmanekî
Tevde morana
Sergoyekî şewitî de bûn
Rokek sarî qerisî
Tîrêj gijî
Lê hiltê
Mîna girtiyekî zindana
Roja dalqandina wî
Nêzîk bûbe
Girtiyê
Ji qapatê deriyê zindanê
Pê ve nedîtibe
Û ji qîrîn û nalîna
Girtiyan pê ve
Ne guhestibe
Li hêlekê din
Gulistaneke
Gul toz girtî
Bin pê bûyî
Bi pêyên perîşanên
Ji ber xêwên mirinê
Revyayî
Mor bibû
Pinpinîkek di nav biskên
Tevne pîrekê de
Sema dîlbûnê dikir
Firindek
Li ser hêlînek xerakirî
Li ser bilindiya şaẍekî
Ji dareke ḧişk
Janê divêẍe
Dûr difire
Diçe welatê têran
Welatê ku davêjin
Bêtirî ku bixwin
Ba ji her hêlê de
Li bajarê kovan dide
Bi guviguvê re
Bêjeyan der tîne
Ez wateya wan nizanim
Şer
Kuştin
kujerî
Dagerkirin
Perîşanî……û…û….
2004
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
