
Delala min şîlanamin
Tolîn û beylesana min
Tu sorgul û rîhana min
Bi qurban te canamin
Tu gorciya buhişta min
Gul û rîhana deşta min
Li vê dunyê tu gêşta min
Were ronê tenişta min
Binefşa min xezala min
Tu rewş û xemla mala min
Şêrîna min hevala min
Were bamin delala min
Were ez têr te bibînim
Da ku bihna xwe derînim
Serî deynê ser çoga min
Dixwazim te bilorînim
Diya Raman
