TORA EVÎNÊ:(((Helbestvan:H .BAVÊ HOZAN)))

TORA EVÎNÊ

Dikim û nakim ji dilê min dernayê
ketim tor û dafa yarê xewa min nayê
ji ber bayê evînê ez tême tayê
derdê eşqê ez kirime vê belayê
.
Evîna ku ez im têde weha ye
ji ya dost û hevalê min cuda ye
ji ber kûr û dirêje tev bela ye
temenê min di eşqê de qeda ye
.
Min can kir gorî ji bo ku ew buha ye
dem û dewran li min geryan xuya ye
por min sipî kir pişta min va tewa ye
hekîm luqman bên ser min çar nema ye
.
Gelo rojek heye ku ez wê bibînim
Xewn û xeyalên yara xwe ez nebînim
Di nav baxê gulan de ez pêre rûnim
Weku bilbil li ser yara xwe bixwînim
.
Ez dixwazim şox û şenga xwe bibînim
da ez hingiv ji lêvên wê binoşînim
bi van lêvan li ser dêman ez bixwînim
rojên çûyî bila êdî ez wan nebînim
.
Dûrî yarê va temenê min bihûrî
min tewaf nekir ew gerdena bi morî
heyva çardeha şeva tarî nekir ronî
hêvî û omîda min ma Rebê jorî
H. Bavê Hozan

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ