
YARA MIN
Yara min memik sêve
Hingiv şekir di nêve
Agir berdaye lêva
Dema daye min maçek
*****
Dêm wek sêv û hinarin
Kezyêt dirêj çi marin
Nîva singa newalin
Razaye têde xaçek
*****
Lêvê sor gul nesrînin
Diran sipî zêrînin
Laşê min tev birînin
Dema di bînim carek
*****
Şevên dirêj xewna de
Dest di bînim desta de
Mame di nav pêla de
Wenda me tê de salek
******
