Partîyan erzan kirim:(((Helbestvan: Bêçarê kurt kobanî)))

Partîyan erzan kirim?

Zimanê min hilkirin
Du çavên min şilkirin
Welat parêzî armanc
Hestê min bin cilkirin!

Şoreşgêr û şoreşvan
Em firotin pir erzan
Bûn çakilên dijminan
Yeko yek nêçîr kirin?!

Beg û axa betal bûn
Li gor we şîr helal bûn
Em diqîryan bi kurdî
Lê we hat em lal kirin!

We bi navê kurdistan
Em tev kirin maristan
Saxî va çûn goristan
L’dinya bê heval kirin!

We em dane ber kêra
Kuştin tev jine mêra
Xizmeta we ji kê ra
Tev bi qîl û qal kirin?!

Kuro bese ken û fen
Bê arî te kir gerden
Tu pepûkî hem reben
Tu wek hespa fal kin!

Ji bo kê dikî ev kar
Te em kirin tar û war
Di min ger ya wekî mar
Dil ji dinê sar kirin!

21/02/2022_Serzorî
Roja zimanê dayikê li we pîroz be

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ