
bi şev
ti tê mîna sireke hênik
û ronahiya heyvê
û di kuncilê laş û mej ve
hêdî… hêdî… kor diçê
û cil û bergê… derd û xema
ji ser min radike….
û bi wan destên sipî
bi gewdê… sûlavekê
hêvyan di dil de di çîne
û mîna deryake… gewr û mezin
ramîsana bi ser min de di weşîne
li wir li ber xum xuma avê
û li bin dara, eşqê
û heyv li jor li me dike guhdarî
û stêr li hawîr dor
dikin reqs û sema
li ser dîdara me
tev ku hevdîtina me xewne
ma gelo jiyan bê xewn çi ye
ne bi wate ye
û bê çêjî ye
Azer xelîl
