DÎDARA XEWNÊ:(((HELBESTVAN:IBRAHÎM CANGÎR)))

DÎDARA XEWNÊ

Rû semen hatim himêzê
Çaxê dêmê wê kenîn
Ez dibêm can bûye derya
Şehle çavên ku mi dîn
Rabû helbesta dilê min
Peyv ji zarê min revîn
Xweş silav da min bi çava
Wê binefşa lal û şîn

Por şevê ebrû kevanê
Rû rewan û dil vejîn
Poz çilak ser textê şahe
Xal li dorê xweş çivîn
Lêv çi sor û erxewanin
Xwîn ji gulyaza dizîn
Gulşena singê buhare
Sêv di nav de raperîn

Destê nojdarê çi derman
Sax dike êş û birîn
Çi şepal û rû şemale
Agirek perwan kişîn
Meşiya erdê beyar de
Gul li bin pê bişkuvîn
Bûrî nazdara dilê min
Jêre min go aferîn

Zivirî avêt xedengek
Hest û dil pê kirne xwîn
Awirê çava pirengin
Lê li min xweş tê nerîn
Serxweşê tîsa diranim
Mey binoş ey dil bi vîn
Bi neyazî her bi wê çûm
Can mirî bû hat e jîn

Reş kezî bejnê de xwarin
Mîna solavê metîn
Ketme himêzê guvaşte
Jê vexwarî mey şirîn
Lê şiyar bûm xwene heyho
Dîsa dil maye birîn

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ