
( T )
Dema sirûşa çavên te
Li odeya
Dil vêdikevin
Giyan dibe
Argûeneke sincirî
Bê pesepor
derbasî
henasê te dibe …… ❗❗❗
( E )
Dema ji jiyanê zivêr
Dibim
Tenê bihna te
Min
vedihêse
Bi hestên te re
tême
Sitiran li ber bayê te …. ❗❗❗
( N )
Dema bêrîya
te dikim
Tu dibe mîna
Sîmfoniyeke evînî
Bi êzingên te
Tême dadan
Û
Hêdî hêdî
Di zeviyên cande
Lal dibe ……… ❗❗❗
( Ê )
Dema ji xwe direvim
Bi çola eşqa te
Dikevim dibim mîna
Xeweke gêj di tekya
Sînga te de
Tême pişaftin …… ❗❗❗
Hozan girkundê
