BI ÇÛKANÎ TU HEZNEKÎ:(((HELBESTVAN:DIYA RAMAN)))

Bi çûkanî tu heznekî
Bi meznahî te hez bikî
Çuqasî tû bikî nekî
Wê evin dilê te vekî

Bî meznahî evîn kûre
Şev dirêje dem nabûre
Can di êş birîn kure
Jiber ku yar tumî dûre

Heger ku dil bê evîn be
Wê herdem sar û bê tîn be
Ewê her çaxê xemgîn be
Melûl û mest û bê jîn be

Bê evîn qet jiyan nabe
Şahî li dil peyda na be
Wê tumî jar û reswa be
Tu çarî gul be av nabe

Diya Raman

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ