ADARÊ:(((HELBESTVAN:SELMA ALYUOSEF)))

////Adarê …..!!!

Adarê li kurda tenê xedarê
Adarê Heyva bargiran li gelê perîşan

Rojek Şîne û yek Şahîye

Roj hemû bi nîşanin

Her sal li me divegerê
û li me nû dike kul û derda hemiya.

Wek helepça birîna bê derman e

Û sînema Amûdê Şewetîn Canê Ciwana

Weke serhildana qamişlo û Efrînê û Kobani û Koçberkirna wan

Weke komkujiy Şingal û bist û yek firman

Weke agirê dilê daykê şehîdê hamî Kurdistan

Ax kurdistanê, canê berîndar bar geranê Can û Cesedê te parçe parçe kerin û li cîhan gelê te penaber kirin

te liser enya merovatiy nîşanî

hemî adaran em Cîhanê şiyar dikin liser axîn û qîrênê û êşê

Lê Cîhanê serê xe li ber me cemidandîy

Em jî ji Berxwdana xwe û daxwzê xwe navegern
Me gelek Pakrewan qruban kirin ji bo welat

Bo sirûda kurdî wan cana pîroz dikin

Bist û yekê Adarê, Roja nû li me dihilê
Sersala Kurdî dest pêdikê

Bi Agerê serê çîya Nîşana Azadîya kurda liser xwîn meja destpêdikê

Û bi Ala piroz çiya dixemilînin û bi dîlanê Kurd û bi dahul û zirna newroza xwe xweş dikin

ser sala xwe pîroz dikin bi agirê serê çiya û ala xwe ya pîroz diberdin le ser ruwê çiyayê piroz

û bi seruda Kurdî pîroz dikin û dixemilînin …

/Selma ALyuosef/ ✍

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ