Sibê de baş gula taze:(((Helbestvan:Muhemed Ebdî)))

Sibê de baş gula taze
Vaye bibil bi awaze
Çavê belek tujî raze
Çi gulzare hawîr saze

Naz û xecik û şîlane
Perwan Raser î seryane
Gulê li nav gulane

Me seyranê li nav baxan
Gul bişkivîn li hemî taxan
Bîna xwe dan Hemî çaxan
Hingiv li ser hezar kaxan

Vedan ji dêm û lêvane
Ji işqa tê me dîlane
Xewnê me em bûk û zavane

Wa şêrîne xweşkokê
Gul û rîhan û kevokê
Têrîja ronya rokê

Pir şêrin û nazike
Bejin bilind û xweşike

Gelek xweşik û bedewe
Sihare û qube quba kewe
Tîrêjê da me me di zanî ewe

Sihare û demê banga díka
Xweşin awazê blibil û Çûka
Gelek lê tê xemla bûka

Buhare û em li zozana
Li nav gul û kewzana
Taştê hingiv ji şana

Zozan fêkiyê xweristî
Em li nav nivisti
Behişte wek me xwestî

Me xwe daye ber tave
Ava zelala tê ji sûlave
Li me di barê wek xunave

Li zozana em gelek şadin
Destê hevdû em bernadin
Li ber sulva li bin dara şemşadin

Ez dibêjim ez rewşpakim
Ne nepakim lê dilpakim
Em li behiştê û ez çalakim

Muhemed Ebdî

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ