XEWN:(((HELBESTVAN:IBRAHÎM ÇANGÎR)))

XEWN
Berû sibhê cana min
Tû hatî li xwena min
Di nav buxçê gulan de
Rûniştî tû li ba min
*****
Çav dinêrin li çava
Bû hev didin silava
Lêvê min ziwa bûne
lêd reşînî xunava
*****
Destê min li nav porê
Şêrînê kezî sorê
Ji gulan re hesrete
Bigrin dîlan li dorê
*****
Xwezî ev xwen be rastî
Bi bînim min tû xwestî
Li benda wê rojê me
Bazin bêxim wî destî
*****

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ