ÇIRA MALAMIN VEMIRÎ:(((HELBESTVAN:ŞIYAR ALYANÎ)))

çira malamin vemirî

Pelê biharê zû zerbûn
hezar birîn dilda vebûn
Pirojê me danîn têk çûn
Xewin û hêvî li ber bêçûn

Rojê me cejin û behar bûn
Piştî ti çûyî em bêzar bûn
Roj û mih bişîn û xembar bûn
li vê dinyê em wndabûn

felek çima te li me wakir
barê me te pir girankir
diniye li ber çavê me sarkir
cih û xanî li me valakir

her tim li ber çavêmin bû
bi çona wê dinya li me reş bû
çavê me ji girî kol bû
nanê me ji rondika şil bû

Konê Reş vagirt li ber derî
çira mala min vemirî
li min Neme ji xeynî girî
Agir ji dilêm venamirî

Ez bum dîl linav çar dîwara
mal bê wê zindana sare
her dem li min şev û êvara
zû dan der êş û azara

dil bûye volqan û Ara
miştibo ji kovan û xembara
hat payîz ne wekî cara
li gel xwe di bê dust û yara
—————————————-
Şiyar Alyanî 2021/10/3

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ