
Gula min
Bihna te xweş xweş tê min gûlamin
dil melûla bi êş û derda cana min
Evîn darim ji dil dinalim yara min
gûla min ji te bihin kir buhara min
sed soz û peyman ji dil te da min
ji bo te ez bilbilim sor gûla min
heger raste desta bi de destê min
di kolada Ez mem im tu zîna min
Ey gula dêm geş û pir nazikî
şûşa dilê min tenik da ne şikî
pir giran û buha ye te ji bîr bikî
Wê bihina xweş û delal ji dil bikê
aşiqê bejinê me dêmê geşim
Bi serê lêva bêje kêf xweşim
Ez gula bi bihn û hilma xweş im
ne dînim vîndarê wa çavê reş im
H.Bavê Hozan
