MIHRABA EŞQÊ:(((HELBESTVAN: IBRAHÎM CANGÎR)))

MIHRABA EŞQÊ

Di mihraba evînê de
Diçim sucde şev û rojan
Perîşanim di xelwê de
Dikim du.a neçim dojan

Di xelwê de çi nîgaş tên
Qeşenga min di bê yarî
Hezar rengî çi pîxam tên
Heger hiş hat girî barî

Evîna te pişaftî dil
Ezê têkçûm hiş û bîra
Li ser dil tû vemale kul
Bila mînim di sawîra

Ji hicranê dilî xeste
Bi qurban bim di mihrabê
Çi xweş jîne heger raste
Serî deynim li ser kabê

Hezar ayet dixwînim ez
Teles bûm ez ji tertîlê
Neyazî têm berû te lez
Xwe parêzim qal û qîlê

Seher derbû şiyarim hê
Gelawêjê tu wî bîner
Dilêm sucdar gilîkim kê
Rondik barîn noq bû kember

Nimêja min birh û dêmin
Bû min qublet herî çavin
Nebî hevjîn ji bûna min
Xem û derd her li min davin

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ