
Ez qurban
Bi boneya 8 ê avdarê, roja cejna jina cîhanî, ez li her jinê û bi taybet Dayikên pakrewanan, û hemû jinên Kurd û Kurdistanî, pîroz dikim, û ez vê nameyê, bi hinek pendin ramanwerî, diyarî wan dikin.
* Jin heyvanê civakê ye, heger heyvan paqij be, wê civak jî paqij be.
* jin hey bi zanebûn serbike, wê karibe di her tiştî de, biserkeve.
* Jin, ne tenê neh mehan zarok di kûza xwede, hildigre, lê ḧeta saẍbe, karê xwedîkirina wî dike.
* Jin, ne ya malek xweşik li cem hebe, lê ya têkiliyin civakî xweş, li cem hebin.
* Jina zarokên xwe li ser kîn, nefrîn û zikreşiyê, perwerde bike, jiyana wan tarî, û tev derd dike.
* divêt jin zarokên xwe, ne ji mirinê bitirsîne, lê wan fêrî avakirina jiyanê bike..
* Jina ku bi bendên koletiyê bendkirîbe, wê nizanibe ḧezkirin û xweşikbûn çiye.
* Jina ku sermiyanê wê nezanîbe, wê koletî, û bindestî, her peḧra wê be.
* Jina, ku wateya jiyanê nasnekiribe, îdî wê çawa karibe bi azadî, jiyan bike.
Û dema wateya azadiyê, nasnekiribe, wê nizanibe, doza mafê xwe jî bike….
û hey wateya maf nasnekiribe, wê nizanibe bervanê di ber mafê xwe de bike, îdî ta saẍ be wê kole jiyan bike.
* Jin dibe qurban ji her şaşitiyê re, û heger tiştekî baş bike, dibêjin: çi mêre…..! dîsa jî wê bi mêr, pesn didin.
Rêz û silav ji her jinê re.
Cindiyê Metînî
(Bavê Metyîn)
