Bi boneya cejna jinên Cîhanê, ez jina kurd û Kurdistanî silav dikim. cajna we pêroz be… Jîn aniye:(((Helbestvan:Bavê Metîn)))


Ez qurban

Bi boneya cejna jinên Cîhanê, ez jina kurd û Kurdistanî silav dikim.

cajna we pêroz be…

Jîn aniye
Dema jinê tu hat dinê

jîn bi xwe re aniye

Dayka minê dil mezinê

Bo ḧezkirnê kaniye
Tu rojînê mal xemlînê

Tu stûna xaniye

Ji zayînê bi evînê

Xanim û kevaniye
Bexçevanê tu karzanê

Cotkar û darvaniye

Li jiyanê tu mêvanê

Peḧra te nezaniye
Ber zemînê genim çînê

Tu nanpêja naniye

Bi zanînê gel civînê

Şaristanek daniye
Tu yezdana li Efsana

Sin heyva ezmaniye

Tiyamate tu Înana

Dîrok kurdistaniye
Cindiyê Metînî

(Bavê Metîn)

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ