EZ Û ESMERÊ:(((HELBESTVAN:BEHCET OSMAN)))

Ez û Esmerê

Esmerê te dil jinim bir ma çima
ev canê min te da ber tîr û rima
hišêmin kir hêlîna kul û xema
Kezaba min disojê weke Mûma

Bê Mey vexum Esmerê Ser xweškirim
mîna gerokê çola ez dîn kirim
Wek çivîkekî te ez çengo kirim
bûme nêçîra ševa xew l; min nema

J; Bizîšik re min derd û êša xwe got
serî hejand keserek dirêj ajot
gotî êša te girane reben xort
Kezeb mihtiye wek tayê bi šima

Êša te zortire j; kêr û xencera
d; hilwešînê hesin û hem kevira
Avê j; xakê dimijê wê didire
Saxlem nabê bi Derman û melhema

Šîretek bê bizîškî ;zê bidim te
rûne li bin pencerê gul di dest te
belkî dil nerim bibê li yara te
yan meyzekê bidê te çi ji šerma

Binêre di pencerê re Esmerê
bikuj didilê minde of û kesrê
didim sûnd û peymanê mêrê berê
ji vir naçim ger ez bimrim ji serma

Kuro dîno Esmerim min tu divê
Aramî bikšîne ta reš bikevê
Soz didim te ku bûkbim tijî zavê
bi hersê sûndê yazdan ez yatema

Behcet Osman

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ