ÇIMA KURDO:(((HELBESTVAN:ELÎ OMER)))

//çima kurdo //
çima kurdo hemî êş azar û şîn
man ji tere
ew kefte lefta bab û kalan hemî
çû ma ji xelkêre
bi destê xwe te wendakir binêre
ma çi maye ji tere
hemî ji rik berî û kerbû û kîna li
nav te de
ji wî mejiyê hişk û genî yê di nav
kloxê te de
qet buharek xweş nema bête ser
welatê te de
devî çirkên dijminê dîn wê har bibê
di nav axa te de
mixabin hûn bûne şûr di destê zordaran
de we bi kar tînin
we dikin pir û li ser pişta we armançên
xwe pêk tînin
ew dîroka zîrîn li nav çiravin xwe de
hildweşînin
ta kû hûn ev qeşmer bin qelse mêrbin
hûnê bin dest bi mînin
// Elî Omer//

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ