
Dîlber çû ji dest?
Dîlber hate eywanê
Kesek nema rûniştî
Weka bazek xewanê
Li ser darê veniştî?!
Enî çi kal û gewr bû
Şe’ibik berjor hilmiştî
Li ser taca kesrewan
Wek cemşîda daniştî!
Bi dad û meyrevanî
Wê kire ji benîştî
Civat li dor daçikî
Enî ya ku hilmiştî!
Dijmin bi fen û fûtan
Mejû li me dişuştî
Em kirne gurê dev b’xwîn
Kî hat û kî dikuştî?!
Balinde yê ji kînê,
Ser dara min veniştî?
Bawer nabin em ji hev
Bêçar te dil biriştî!
09/03/2022_Serzorî
