
Helebca
Birîna ku nayê dermakirin
Nayê jibîrkirin
Êşa te dil disojîne
Kul û derdan
Tim li bîr tîne
Helebceya qehreman
Kulîlka Kurd û niştîman
Tu sembola aşîtîyê
Tu bû qelen bo Kurdistan
Bû hêviya bindestan
Helebca şarê bê guneh
Hişkkirin damar tev li reh
Lê tu car tu namirî
Ji nû ve dipişkivin dar
Derdor tev dike buhar
Ew neyarê stemkar
Ji keleha xwe hate xwar
Lê Helebceya brîndar
Dîsa rabû ser piyan
Vegeriya jîn û jiyan
Bavê Ronî
16/ 3 / 2022
