NEWROZ:(((HELBESTVAN: BEHCET OSMAN)))

Newroz

Newroz hat û dil xemgîne
Of û kesra dikšîne
Li hemî gund û bajara
Çavan li Gula digerîne

Newrozê çima xemgînî
Derd û kulan tu dikšînî
nîšana jiyanê tuyî
Ji bo kurdan tu xwešbînî

Kurdê min penaber bûne
li Cîlanê belabûne
Cî û war mane bê xwedî
Bûne Gol û deriyê xûne

Lawê min bi hev ketine
Doza welêt ji bêrkirine
karê wa tim bira jujî
binpîkirin û pevçûne

Bûne peya jixeynî xwre
dujminé hevin eškere
ji hevdûre Gurê Harin
Yek kêre êdî xencere

Kurdno bese rabin ji xew
ji hevdûre nebin wek new
yekîtiya xwe avakin
Newroz bûk libenda weye

Hilbidin Ala Kurdistan
li ser çiya û li azman
Beyek dengê tevde bakin
her bijî Kurd û Kurdistan

Agirë rivîna gurkin
nakokiyan bin Axbikin
bi yek Awaz û yek sema
Dilê newrozê šabikin

Behcet Osman

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ