
Hate buhar pê re Newroz
Cejn û şahî li we pîroz
Xweş tên awazên bilbilan
Li ser gulên lal û lîloz
Bikin şahî bikin dîlan
Bapîrên me agira dadan
Bila agir tim vêkeve
Agirê azadiya gelan
Xemla buharê Newroz e
Ev roj li gel me pîroz e
Hemû qadan bixemlînin
Ji bo Kurdan hêvî û doz e
Newroz vejîna buharî
Roja Kurd û gelê Arî
Li her derê dike jiyan
Ji bo kuradn xweş diyarî
Bavê Ronî
